Karkerê sendîkayî Mehmet Yariç, ku banga piştgiriyê li her kesî kir, got: “Ev neheqî li her derî heye, em ê li dijî vê neheqiyê li ber xwe bidin.”
Karkerên înşeatê yên ku li şantiyeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê ku Mijdara 2021’an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin dixebitin, salên dirêj e bi zextên sîstematîk re rûberû dimînin. Karkerên ku di dema avakirina şantiyeyê de gelek caran heqdestên xwe nestandine û ji ber giraniya mercên kar berê jî du caran dest bi çalakiya protestoyê kiribûn, vê carê jî ji ber ku bibûn endamên sendîkayê û hatin derxistin, dest bi çalakiya berxwedanê kirin.
Çalakiya 75 karkerên ku endamên Sendîkaya Karkerên Yapî û Yolê (Yapî Yol-Sen) ne, ji bo baştirkirina mercên xebatê û wergirtina mafên xwe yên rewa, 14 roj in ku berdewam e. Karker, diyar dikin ku divê birîna neheq a ji mehaniyên wan bi dawî bibe, prîmên wan ên SGK’yê li ser heqdestê wan ê rastî bêne razandin, heqê xebata zêde û xebata rojên Yekşemê bê dayîn, pirsgirêkên çûnûhatinê û yên ewlehiya kar bêne çareserkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî