30 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Parîsê ji aliyek ve banga protestoyan û aliyê din jî qedexe

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Li Fransayê beriya xwepêşandanên 31’ê Cotmehê, Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê guzergeha meşa CGT û Êlek Zeran qedexe kir.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê guzergeha meşa 31’ê Cotmehê ya li dijî bihabûna jiyanê qedexe kir.
  • Wezîrê Karên Hundir Laurent Nunez ragihand ku di xwepêşandanan de wê 70 hezar polîs û cenderme bên wezîfedarkirin.
  • Sendîkayan li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku ew ê serî li darazê bidin.

Guzergehên meşê hatin qedexe kirin

Midûriyeta Eminiyetê ya Parîsê guzergeha meşa ku wê 31’ê Cotmehê li dijî bihabûna jiyanê ji aliyê sendîkaya CGT û Êlek Zeran ve hatiba lidarxistin, qedexe kir. Sendîkayê dixwest navbera Qada Bastille û Qada Nation, Êlek Zeran jî dixwest navbera Qada Bastille û Qada Concorde bimeşin. Midûriyeta Emniyetê bi hinceta parastina sîstema civakî û astengkirina bûyerên muhtemel, xwest ku her du guzergeh di yek xwepêşandanê de bibin yek. Weke alternatîf di navbera deriyên Bagnolet û Charenton de, guzergeheke meşê ya ku di saet 14.00’an de destpê bike, hate pêşniyarkirin.

Bertekên sendîka û xwendekaran

Sendîkayan nerazîbûn nîşanî biryarê da û ragihand ku ew ê biryarê veguhêzin darazê. Sendîkayan rayedar sûcdar kirin ku hêrsa civakî asteng dikin. Rêxistinên xwendekaran jî diyar kir ku guzergeha Bastille-Nation bi ewle ye û ew ê ji bo meşa li vir israr bikin.

70 hezar polîs û cenderme tên wezîfedarkirin

Wezîrê Karên Hundir Laurent Nunez ragihand ku di xwepêşandanên 31’ê Cotmehê de wê 70 hezar polîs û cenderme bên wezîfedarkirin. Nunez ev roj ji bo sîstema civakî weke “Pir xeter” pênase kir û îdîa kir ku tedbîrên ewlekariyê mafê xwepêşandanê asteng nakin.

Pêşeroja Bûyeran

Li aliyê din, li ser medyaya civakî bi sernavê Halloween li seranserî welêt banga protestoyan hate kirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse