Li peravên Cîbûtiyê, di encama binav bûna keştiya ku bi 305 kesî re ber bi Yemenê ve diçû de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 139’an. Hat ragihandin ku ji bo 84 kesên ku hê jî winda ne xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.”
Keştiya koçberan a ku ji Cîbûtiyê rojhilatê Efrîqayê ber bi Yemenê ve bi rê ketibû, şeva Pêncşemê li peravê binav bû. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane ku berê wekî 109 hatibû eşkerekirin, derket 139 kesan.
Ji bo 82 kesên ku ji keştiyê hatine rizgarkirin alîkariya bijîşkî tê kirin, di heman demê de ji bo dîtina 84 kesên winda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Çavkanî: ANF Kurmancî