31 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Qeladizê 4’emîn Festîvala Perî bi beşdariya 70 jinan hate lidarxistin

📰 KAPSAMLI RAPOR

QELADIZ — Bi beşdariya 70 jinan, 4’emîn Festîvala Perî ya ku taybet e bi karên destan û keda jinan li Qeladizê hate lidarxistin û armanca wê ew e ku jin fersenda firotinê bibînin da ku berhemên xwe bidin naskirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li Parka Şar a navçeya Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê, 4’emîn Festîvala Perî bi pêşengtiya Koma Jinên Perî destpê kir.
  • Festîval bi hevkarî û piştgiriya Malbenda Çandî û Rewşenbîrî ya Qeladizê û Saziya Kerîmê Eleke hatiye organîzekirin.
  • Nêzîkî 70 jin bi karên destan, xwarinên kurdewarî, tablo, cilûberg, hinar, gûz, tirşî, şerbeta hinarê û gelek kelûpelên din beşdar bûne.

Karên Destan û Berhemên Navxweyî Hatin Pêşkêşkirin

Li Parka Şar a li navçeya Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê, 4’emîn Festîvala Perî bi pêşengtiya Koma Jinên Perî destpê kir. Di festîvalê de karên destan û hunera jinan hatin pêşkêşkirin. Festîval wê heya danê êvarî saet 17:00’an dewam bike. Çalakî bi hevkarî û piştgiriya Malbenda Çandî û Rewşenbîrî ya Qeladizê û Saziya Kerîmê Eleke hatiye organîzekirin. Di festîvalê de nêzîkî 70 jin bi karên destan, xwarinên kurdewarî, tablo, cilûberg, hinar, gûz, tirşî, şerbeta hinarê û gelek kelûpelên din ên cûrbecûr beşdar bûne.

Armanca Festîvalê: Piştgiriya Keda Jinan

Yek ji amedekara festîvalê Hestî Silêman derbarê festîvalê de axivî û da zanîn ku di çalakiyên îsal de 70 jin bi karên destan û berhemên navxweyî cih girtine. Silêman diyar kir ku ji bilî Koma Jinên Perî, Koma Ciwanên Meşxelan jî bi 10 endaman beşdar bûye û got: “Armanca me ji lidarxistina vê festîvalê, sûdgehandina bi jinane da ku bikaribin bazarekê ji berhemên xwe re ava bikin û berhemên xwe bidin nasîn, daku fêkiyê westan û hêza xwe biçînin.”

Pêşeroja Bûyeran

Silêman di dawiyê de bang li jinan kir û wiha got: “Peyama min ji bo jinan ewe ku li ser lingên xwe bisekinin û bibin xwedî karê xwe. Çi projeyên wan ên biçûk hebin, yan jî tenê di festîvalan de beşdar bibin.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse