Parlamenter Ruştu Tîryakî di daxuyaniya ku bi daxwaza îstifaya Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin de axivî û got, “Heta ku îstifa bike em ê li ber vê şaredariyê bin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê, bi daxwaza îstifaya Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên herêmê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar û Parlamenterê Êlihê Ruştu Tîryakî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li ser daxwaza gel derbarê Zeynî Îpek de lêpirsîn hatiye meşandin û di encamê de biryara dûrxistina ji partiyê hatiye dayîn. Tîryakî bertek nîşanî Zeynî Îpek ê ku ji peywira xwe îstîfa nake da û da zanîn ku wî meqamê şaredariyê xesp kiriye û rêzê li biryara gel nagire.
Çavkanî: ANF Kurmancî