NAVENDA NÛÇEYAN — Li herêma Cizîrê xwendekarên Kurd ji 6`ê Îlonê ve dest bi çalakiyan kirine. Di çalakî û xwepêşandanan de daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin. Îro jî li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê û Hesekê xwendekaran xwepêşandan li dar xistin.
- Xwendekarên Kurd li herêma Cizîrê ji 6`ê Îlonê ve ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî daketin qadan.
- Li Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê û Hesekê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.
- Biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û dayîna tenê 3 saetan di hefteyekê de hate protestokirin.
Qamişlo: Xwendekar li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê derketin
Li Qamişloyê xwendekaran bi daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî xwepêşandan li dar xist û daxwaza parastina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî kir. Xwendekarên dibistanên li bajarê Qamişlo, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û dayîna tenê 3 saetan di hefteyekê de, xwepêşandan organîze kir.
Xwepêşandan ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir heta avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya li naverasta bajêr berdewam kir, di xwepêşandanê de xwendekaran bang li rakirina biryarê ji holê û sererastkirin wê kirin.
Xwepêşandaran dan zanîn ku bi vê biryarê zimanê Kurdî ji perwerdeyê tê dûrxistin, daxwaza perwerdeya bi materyalên zimanê Kurdî û naskirina destûrî ya bi zimanê Kurdî wekî zimaneke fermî li herêmê kirin. Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên der barê parastina mafê zimanê Kurdî û misogerkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî bi dawî bû.
Dêrik: Perwerdeya kurdî divê di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin
Li Dêrikê xwendekaran li pêşiya Navenda Perwerdeyê xwepêşandan organîze kir. Di xwepêşandanê de diyar kirin ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz qebûl nakin. Her wiha daxwaz kirin ku perwerdeya kurdî di destûrê Sûriyeyê de were misogerkirin.
Pêşeroja Bûyeran
Çalakiyên xwendekarên Kurd ên li herêma Cizîrê ji bo parastina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û dijderketina li hemberî biryarên sînordarkirinê bi biryardarî didomin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî