27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

🔴 FLAŞ HABER

SÊRT — MEBYA-DER’ê bi boneya bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê mevlûdek da û di bernameyê de peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li Sêrtê ji bo pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd mevlûd hat dayîn.
  • Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş diyar kir ku di têkoşîna 50 salî de dilê dayikan timî şewitiye.
  • Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Sêrtê Abdulbakî Taşçi got ku ew ê têkoşîna şehîdan tacîdar bikin.

Ji bo pakrawanên azadiyê mevlûd hat dayîn

Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd, mevlûd hat dayîn. Mevlûda ku li hêwaneke taybet a li bajêr hate dayîn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û gelek welatî beşdar bûn. Di bernameyê de pankarta “Em deyindarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne” hate daliqandin.

‘Bi salan e em têkoşîn û berxwedana hebûnê didin’

Piştî xwendina mevlûdê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş axivî û diyar kir ku di têkoşîna 50 salî de dilê dayikan timî şewitiye û ev tişt got: “Bi salan e em têkoşîn û berxwedana hebûnê didin. Hemû dewletên cîhanê bûn yek, ji bo ku ev gel nebe xwediyê statuyeke, nasnameyekê û zimanê xwe dixebitin. Li dijî vî gelî hemû xerabiyên ji destê wan tên, dikin. Heya niha li Kurdistanê gelek serhildan çêbûn. Kurdan dîsa jî li ber xwe dan. Civaka Kurd her dem li dijî wan derket û got ‘Em hene’. Dema em li dîroka xwe ya nêz dinêrin, em hemû êş û astengiyên ku bi sedsalan e em dijîn bi zelalî dibînin.”

Pêşeroja Bûyeran

Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Sêrtê Abdûlbakî Taşçi jî axivî û got: “Em bi saya wan hatin van rojan. Ji vir şûn de jî çi ji destê me bê em ê ji bo şehîdan bikin da ku xewnên wan pêk bên. Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin. Divê em şopa wan bişopînin da ku ew jî di gora xwe de aram bin. Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin. Divê em jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin û têkoşîna xwe mezin bikin. Wekî din tu şansê me nîne.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse