20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

Li Silêmaniyê mêrekî ku navê wî nehat zanîn, keça xwe Kîjan Bûrhan qetil kir. Her wiha hate îdiakirin ku li navçeya Qoser a Mêrdînê, Remziye Damar ku li mala xwe mirî hate dîtin, ber bi xwekuştinê ve hatiye birîn.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û li navçeya Qoser a Mêrdînê, du jin hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Silêmaniyê Kîjan Bûrhan a 30 salî ku duh şev ji aliyê bavê xwe ve hate gulebarankirin, bi giranî birîndar bû. 3 gule li bedena Kîjan Bûrhan ket û îro piştî nîvro jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse