22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Li Silêmaniyê Hefteya Çandê ya Jinan destpê dike

Li Silêmaniyê ji ber zêdebûna tundiya li ser jinan bi dirûşma ‘Têkbirina Deqgirtûyî’ çalakiyek tê kirin û hate gotin ku tundiya li ser jinan her diçe zêdetir dibe û jin dibin qurbanî.

Li Kargeha Çandî ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Endamên Koma Karê Çandî û Rêveberiya Projeya Hefteya Çandî ya Jinan Fiyan Ferec Hefteya Çandî ya Jinan a bi navnîşana ‘Têkbirina Deqgirtûyî’ da destpêkirin û ragihand ku wê rêze çalakiyên wêje, hunerî û rexneyî bên lidarxistin.

Fiyan Ferec diyar kir ku jin pêşengtiya vê projeyê dikin û got: “Wê di van çalakiyan de 5 panel, nîqaşên rexneyî bên kirin. Wê bal bê kişandina ser pirsa jinan, cudahiya rêgezî, rola ziman û îfadeyê. Ev çalakî wê 25’ê Cotmehê destpê bike heta dawiya mehê dewam bike.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse