Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) ragihand ku li Yemenê ji meha Tebaxê ve zêdeyî 250 hezar kes ji ber pevçûnan ji cihê xwe bûn.
Berdevkê BMMYK’ê Matthew Saltmarsh diyar kir ku di navbera 1’ê Tebaxê-17’ê Cotmehê de, zêdeyî 250 hezar kes di nava welêt de ji cihê xwe hatin kirin û anî ziman ku ew ji ber xirabûna rewşê bi fikar in.
Piştî tundbûna pevçûnan ji nû ve di meha Tîrmehê de, Hûsiyan li peravên rojavayê welêt pêşve çûn, êrîşên hewayî yên rojane yên Erebîstana Siûdî li ser herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, zexta li ser sivîlan zêde kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî