17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, anî ziman ku mal û milkên gelek malbatên vegeriyane Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin û ji bo vegerandina wan ji 2 hezarî heta 10 hezar dolarî pere tê xwestin.

Bi lihevkirina entegrasyonê re ku di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hat îmzekirin, li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Lihevkirin, armanc dikir ku avahiya ewlehiyê ji nû ve saz bike, rêveberiyên herêmî di nav pergala navendî de biparêze, vegera ewle ya koçberan dabîn bike û mafên hemû civakan misoger bike.

Lê di vê demê de di navbera xalên lihevkirinê û pêkanînên li ser rûyê erdê de cudahiyên mezin derketin holê. Pêwîstbû vegera ewle ya xelkê ji Efrîn, Serêkaniyê, Şehba û Girê Spî ji aliyê Hikûmeta Demkî ve bihata kirin û malên ku komên çekdar û kesên ji bajêrên din hatine tê de hatine bicîhkirin, werin valakirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse