7 Kasım 2026, Cumartesi
Nûçe

Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

🔴 FLAŞ HABER

AMED — Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê domandin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • ÎHD û xizmên windayan li pênc bajaran çalakiyên xwe berdewam kirin.
  • Di çalakiya Amedê de aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn ku di 1994’an de hatibû binçavkirin.
  • Li Êlihê jî çalakî di hefteya 762’emîn de li ser Cadeya Gulistanê hate lidarxistin.

Çalakiya Amedê di hefteya 926’emîn de hate domandin

Xizmên Windeyan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 926’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13’ê Mijdara 1994’an de li Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn. Di destpêka çalakiyê de çîroka Alî Tekdag ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Bawer Çîldemîr ve hate xwendin. Çîldemîr piştî xwendina çîroka windakirina Alî Tekdag got, divê dewlet dev ji polîtîkayên bêcezatiyê berde. Piştre xwişka Alî Tekdag, Îffet Tekdag jî anî ziman ku heya kujerên birayê wê werin darizandin ew ê li qadan bin.

Li Êlihê aqûbeta Ahmet Yetîşen hate pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî di hefteya 762’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Yetîşen ê ku di 13’ê Mijdara 1994’an de li navenda Êlihê ji hêla cendermeyan ve hatiye revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê û xizmên windayan amade bûn.

Pêşeroja Bûyeran

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tekez kirin ku ew ê heta ku faîl bên darizandin û aqûbeta hemû windayan bê eşkerekirin dê têkoşîna xwe bê navber bidomînin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse