8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Mam Kerîm: Bi dîtina ajelan re westan di dil û derûniya min de namîne

📰 KAPSAMLI RAPOR

SEYÎDSADIQ — Di nava xweza û jiyana gund de Mam Kerîm ê temen 73 salî bi gopalê di destê xwe de mijûlê xwedîkirina pez, qaz, mirîşk, elok û teyrê hêştire û dibêje, “Ji zarokatîve keyfa min ji vî karî re têt, nikarim di nava jiyana bajêr de bijîm.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Mam Kerîm ê 73 salî li gundê Girdenaz ê Seyîdsadiqê dijî û bi xwedîkirina ajel û balindeyan mijûl e.
  • Ew bi eslê xwe xelkê gundê Baxiye yê Nalparêza Pênciwênê ye lê li Girdenazê jiyana xwe didomîne.
  • Di nava ajelên xwe de teyrên hêştir jî hene ku ji biçûkahiyê ve anîne û xwedî dike.

Jiyana gund û evîna ajelan

HERÊM QADIR-SEYÎDSADIQ — Di nava xweza û jiyana gund de Mam Kerîm yê temen 73 salî bi gopalê di destê xwe de mijûlê xwedîkirina pez, qaz, mirîşk, elok û teyrê hêştire. Mam Kerîm got: “Ji zarokatîve keyfa min ji vî karî re têt. Nikarim di nava jiyana bajêr de bijîm. Dema ez têm nava lawirên xwe tu westan di dil û derûniya min de namîne.

Mam Kerîm ku bi eslê xwe xelkê gundê Baxiye ya ser bi bajaroka Nalparêz a girêdayî navçeya Pênciwêne, lê li gel malbata xwe di nava dîmenê kesk û xweşik yê gundê Girdenaz yê ser bi navçeya Seyîdsadiq de mijûlê xwedîkirina pez û mirîşk, qaz, elok û teyrê hêştire.

Bi çavekî tije hêvî li jiyanê dinêre

Heme Kerîm Mihemed tevî ku temenê wî gihiştiye 73 saliyê, lê bi çavek tije hêvî li jiyanê dinêre. Di nava hewşa mala xwe ya li gundê Girdenaz de mijûlê xwedîkirina ajelane. Heme Kerîm di derbarê jiyana xwe ya rojane de ji ajansa me re axivî û got: “Ji zarokatiya xwe ve min hertim ji xwedîkirina pez û balindeyan hezkiriye. Li vê derê ez mih, çêl, elok, qaz, teyrê hêştir, mirîşk û werdekan xwedî dikim. Bi dîtina vî dîmenî westan di dil û derûniya min de namîne. Teyrên hêştir min ji biçûkahî ve aniye û ez xwedî dikim, niha hinek mezin bûne.”

Zehmetiyên xwedîkirina teyrê hêştir

Mam Kerîm ku di nava ajelên xwe de bû, got: “Di demsala zivistanê de xwedîkirina teyrê hêştir hinek zehmete. Ji berku divê cihek wan yê taybet hebe û têde germbe. Dema sarbûn wê telef bibin. Ji ber sermayê hinek ji wan telef bûn. Lê dema mezin bûn êdî sar nabin. Dema mezin dibe jî genim, nan, ceh, kevir û zîx her tiştî dixwe.”

Pêşeroja Bûyeran

Mam Kerîm di dawiyê de anî ziman ku bi salan e ew bi vî karî mijûl e û di nava xwezayê de jiyana xwe bi aramî berdewam dike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse