Meclisa Gel a Şengalê bi daxuyeniyekê komploya li dijî Rêber Apo û peymana li ser Şengalê şermezar kir û got bi saya Rêber Apo tevahî komplo têk çûn.
Daxuyanî li ber derê avahiya Meclisa Gel ji aliyê Siyasetmedar Kendal Şengalî ve hate xwendin
“Em wekî civaka Êzidî û Meclisa Gel a Şengalê, di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de, careke din vê komployê bi tundî şermezar dikin. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên hegemonîk ve dest pê kir û di 15ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo berdewam kir, armanc dikir ku gelên bindest û îradeya wan tine bike.
Çavkanî: ANF Kurmancî