11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li ser navenda meclîsê şermezar kir

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li ser navenda meclîsê şermezar kir û xwest, kiryar bêne zelalkirin û hesab ji berpirsyaran bê xwestin.

Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê vê sibehê bû hedefa êrişê. Amblema meclîsê hate çirandin û agir bi sîwanê wê hate xistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla hevseroka meclisê Çinar Salih ve hate xwendin, malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdar bûn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse