22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê, bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyên girtiyên siyasî dan û diyar kirin ku divê azadiya hemû girtiyên di girtîgehan de bê misogerkirin.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Semsûrê (TUHAYDER’a Semsûrê) li ber edliyeya Semsûrê li dijî taloqkirina tehliyeyên girtiyan daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de, pankarta “Ne taloqkirina tehliyeyan, ji girtiyên siyasî re azadî” hate vekirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse