13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Meksîka û DYE di bin bandora bahoza Rachelê de ne

Bahoza Rachel a Tropîkal li bakurrojavayê Meksîkayê bû sedema mirina çar kesan. Bahozê bandor li peravên Kaliforniyayê jî kir.

Rayedarên Meksîkî roja Duşemê daxuyanî dan û diyar kirin ku bahoza Rachelê li bakurrojavayê welêt bû sedema mirina mirovan û xiwara. Hate ragihandin ku li herêma Ensenadayê zarokekî çar salî û du jinên 30 û 35 salî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji ber lehiya bi bandora barana zêde rabû, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Waliya eyaleta Baja Californiayê Marina del Pilar beriya niha raighandibû ku zarokeke 13 salî jiyana xwe ji dest da. Li eyaletê hîn jî ji 10 kesên winda bûn agahî ji 5 kesan nayê girtin. Hêzên ewlekariyê bi alîkariya helîkopteran li deverên cuda 32 kesên asîmayî rizgar kirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse