15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Merasîma bîranînê ya ji bo 26 şehîdan di roja duyemîn de ye

Merasîma bîranînê ya ji bo 26 gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên di demên cuda de şehîd bûn, li bajarê Qamişloye di roja duyemîn de ye.

Bîranîna 26 gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Qamişloyê di roja duyemîn de ye. Bîranîn li Stadyûma Heysem Kiço pêk tê.

Malbatên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd’ û wêneyên zarokên xwe hatin qada bîranînê. Her wiha gelê herêmê diherike stadyûmê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse