Mîhrîcana 2’yemîn ya Şehîd Vejîn dê bi dirûşmeya “Kokên Me di Çiyayan de, Siberoja Me di Destê Me de ye” roja 21’ê Cotmeh li baxçeyê Şehîd Dijwar a Xanesorê were lidarxistin.
Di Mîhrîcana 2’yemîn ya Şehîd Vejîn a ku bi dirûşmeya “Kokên Me di Çiyayan de, Siberoja Me di Destê Me de ye” de ku wê 21’ê Cotmehê were lidarxistin; wê pêşbaziyên werzîşê, bernameyên çandî, konser, şano û standên xwarinên gelêrî û pirtûkên Rêber Apo tê de cih bigrin.
Di çarçoveya mîhrîcanê de, di beşa werzîşê de tîmên futbolê yên ciwanan dê li hemberî hev bilîzin. Her wiha, tîmên voleybolê yên ciwanan jî dê bi tûrnûvayekê beşdarî mîhrîcanê bibin. Çalakiyên werzîşê dê ji saet 15:00’an ve destpê bikin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî