NAVENDA NÛÇEYAN — Endamê Şandeya Îmralî yê DEM Partiyê Mîthat Sancar ragihand ku Birêz Ocalan derbasî cihê xwe yê nû yê li Îmraliyê bûye û got, qebûlkirina Rêber Apo ya çûna wir, pêwîste pêvajoyê bilezîne.
- Birêz Ocalan derbasî cihê xwe yê nû yê li Îmraliyê bûye.
- Qebûlkirina Rêber Apo ya çûna wir, pêwîste pêvajoyê bilezîne.
- Pêwîste aliyê dewletê dev ji israr û nêzîkatiya xwe ya hişk berde.
Daxuyaniyên Sancar yên li ser Pêvajoyê
Endamê Şandeya Îmralî ya Paratiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar tevlî bernameya Medya Haberê bû û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Sancar anî ziman ku 2 mehên dawî di mijara pêşveçûna pêvajoyê de sekinînek hebû û got: “Hinek dîrokên diyar hebûn, ev yek pêk nehatin. Piştî gavên Tevgera Azadiyê avêtibûn, pêwîst bû ku deste biçe Îmraliyê. Desteya ku wê bi Birêz Ocalan re biciviya. Desteya Aştî û Siyasîbûnê ye. Niha şertên nû rojevkirin. Dema şertên nû tên pêşkêşkirin jî vê carê rewşên nû derdikevin holê. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Birêz Ocalan pêvajoyê koordîne bike.”
“Yê ku girêkorê veke Birêz Ocalan e”
Sancar bibîr xist ku wê pêvajo yek alî nemeşe û wiha domand: “Pêvajo bi yek alî bi istiqrar nameşe. Yê ku girêkorê veke û çareseriyê pêşbixe Birêz Ocalane. Ez ne di wê baweriyê de me ku mijarek neyê çareserkirin, lê ji bo bê derbaskirin, pêwîste aliyê dewletê dev ji vê israr û nêzîkatiya xwe ya hişk berde. Fikirîna aliyan ku hev bixapîne, nêzîkatiyeke şaşe. Pêvajo qadeke siyasî ya cidî ji xwe re vekiriye. Armanca Birêz Ocalan Kurdan kirina navgîneke siyasî. Birêz Ocalan derbasî cihê xwe yê nû yê li Îmraliyê bûye. Qebûlkirina Rêber Apo ya çûna wir, pêwîste pêvajoyê bilezîne.”
Pêşeroja Bûyeran
Pêşketinên li ser mijara çûna Birêz Ocalan a cihê nû li Îmraliyê û daxuyaniyên şandeya DEM Partiyê ji aliyê navendên nûçeyan ve bi baldarî tên şopandin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî