1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

MSD: Divê piştgiriya sala 2014’an ya ji bo Kobanê nû bibe

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi wesîleya Roja Kobanê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û diyar kir ku piştevaniya di sala 2014’an de ji Kobanê re hate dayin, divê ji bo tevlîbûna Kobanê li jinûve avakirina paşeroja Sûriyeyê de bibe hîmekî bingehîn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • MSD’ê bi boneya Roja Kobanê ya Navneteweyî li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand.
  • Berxwedana Kobanî sînorên erdnîgarî derbas kirin û bû semboleke cîhanî ji bo vîna mirovahiyê.
  • Di sala 2014an de Kobanî rastî êrîşa hovane ya DAÎŞê hat û berxwedaneke mezin raber kir.

Sembola Berxwedan û Têkoşîna li Dijî Terorê

Di yekê Mijdarê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk sembolîzma Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanî re bîr tîne, bi hemû wateyên xwe yên dîrokî, mirovî û siyasî û bi wan hemû destkeftiyan ku îro rola bajêr û gelê wî di avakirina paşeroja Sûriyeyê de girêdayî ne. Berxwedana Kobanî sînorên erdnîgarî derbas kirin û bû semboleke cîhanî ji bo vîna mirovahiyê di rûbirûbûna terorê de û di parastina azadî, rûmet û cihêrengiyê de.

Qurbaniyên Mezin û Helwesta Cîhanî

Di sala 2014an de, Kobanî rastî êrîşa hovane ya rêxistina terorîst a DAÎŞê hat û kur û keçên wê di rêya parastina bajar, nasname û mafê xwe yê jiyanê de qurbaniyên mezin dan. Berxwedana wan di pêvajoya şerê li dijî terorê de guherîneke berbiçav çêkir û piştevaniyeke gelêrî û cîhanî ya berfireh rakir ser piyan; ev piştevaniya ne tenê piştgiriya bajarekî dorpêçkirî bû, lê belê helwesteke cîhanî bû li dijî tundrewî û terorê û serkeftinek bû ji bo nirxên azadî û rûmeta mirovî û mafê civakan di parastina hebûn û nasnameya xwe de.

Pêşeroja Bûyeran

Ezmûna Kobanî tekez kir ku vîna gelan û karîna wan a ji bo parastina xwe, li hember projeyên dûrxistin û tunekirinê dibin bendek bihêz. Her wiha parastina mirov

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse