20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Muzexaneya Kobanê ji koçberan re bûye stargeh

Koçberên Girê Spî û Reqayê ku heta niha jî li bajarê Kobanê dijîn, di muzexaneya bajarê Kobanê de ne û di nava kavilan de debara jiyana xwe dikin.

Piştî berxwedaniya bajarê Kobanê ya sedsalê, ku ji sedî 70 ji bajar bi giştî hatibû wêrankirin, beşek ji bajarê Kobanê weke muzexane ji nifşên dema pêş re hatiye hiştin. Malên li erdê, odeyên bê derî û paceyên bê teqa û kolanên tijî kevir.

Îro jî ew kavil ji gelek malan re bûye stargeh. Koçber neçar man berê xwe bidin muzexaneya bajarê Kobanê û li wir niştecih bûn. Evane koçberên Reqa, Girê Spî û gelek koçberên ji herêmên din e. Ew koçber niha di nava kavilan de, li benda hêviyeke vegerê ne. Bi salanin ku li bendê ne.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse