Fermandarê Bilind ê Hêzên Hevalbend ê NATO’yê yê li Ewropayê Generalê DYE’yê Alexus Grynkewich diyar kir ku di şerekî berfireh de tifaqa wan ji Rûsyayê gelekî bilindtir xwedî kapasîteyeke leşkerî ye.
Ji fermandarên leşkerî yên payebilind ên NATO’yê generalê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Alexus Grynkewich ji kovara Der Spiegel a Elman re axivî û îdîa kir ku kapasîteya leşkerî ya tifaqê ji kapasîteya Rûsyayê gelekî zêdetir e.
Grynkewich got, “Di şerekî berfireh ê mezin de kapasîteya me ya leşkerî ya ku em dikarin bicih bikin, ji kapasîteya Moskowê gelekî zêdetir e.” Her wiha anî ziman ku Rûsya xwedî balafirê şer ên F-35 û keştiyên binê avê yên modern nîne ku di destê NATO’yê de hene.
Çavkanî: ANF Kurmancî