9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Navi Pillay Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2026’an wergirt

Hiqûqnasa 85 salî ya ji Efrîqaya Başûr Navi Pillay ji ber xebatên xwe yên pêşxistina aştî û hiqûqa navneteweyî hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2026’an hate dîtin.

Hiqûqnasa ji Efrîqaya Başûr Navanethem “Navi” Pillay hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2026’an hate dîtin. Komîteya Nobelê ya Norweç 9’ê Cotmehê roja Îniyê li Osloyê xelat ragihand.

Pillay bi xebatên xwe yên xurtkirina edaleta navneteweyî û pêşxistina hiqûqa navneteweyî tê naskirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment