12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Nêçîrvan Barzanî: Serketina Pêvajoya Aştiyê destkefteke girînge

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku di rewşa niha de li pêşiya Kurdan şer û derfet hene û got: “Pêvajoya Aştiyê ya li gel Tirkiye û Serok Abdullah Ocalan cidî ye. Serketina pêvajoyê hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkiye derfeteke mezine, ji bo serketina pêvajoyê em alîkarin û destkeftiyên Kurdan li Rojava pir girînge.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê tevlî Forma MERI bû û têkildarî rewşa Kurdan ya li hemû beşên Kurdistanê axivî.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de destnîşan kir ku niha destpêka qonaxeke nû ye, weke Kurd hem gef hem jî derfetên li pêşiya wan heye û got: “Ez bawer dikim ku weke Kurd derfet zêdetire. Ez di wm baweriyê de me ku metirsiya herî mezin zêdetir metirsiya aborî ya li ser Iraqê ye. Ji ber ku Iraq neftê hinarde dike û yekane rê jî kirîza Hormuzê ye. Eger ev yek di demeke nêz de neyê çareserkirin, metirsiya herî mezine.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse