17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Nerazîbûna li dijî karên RES’ê yên li Ege a Bakur: ‘Derya ne tenê qada hilberîna

Ji EGEÇEP’ê Seher Gacar got, “Di bingeha polîtîkayên enerjiyê de divê diyarkirina pêwîstiyên rasteqîn ên civakî, berhemdarî, sînorên ekolojîk û kêrhatina cemaweriyê hebe.”

Piştî ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Kendava Sarosê, peravên Gokçeada, Bozcaada û Edremîtê weke herêmên namzetê “Qada Çavkaniya Enerjiyê ya Nûkirî” (YEKA) ragihand, projeyên eneriya ba ya li ser deyayê ya li Ege ya Bakur kete rojevê.

Alîkarê Serokê Yekîtiya Enerjiya Ba ya Tirkiyeyê (TUREB) ê ji Enerjiya Ba ya li ser Deryayê Berpirsyar Ûfûk Yaman li rûniştina di çarçoveya WindEnergy Hamburg de anî ziman ku li Ege ya Bakur potenasiyela enerjiya ba ya li ser deryayê ya 3,5 û 4,5 gigavatê heye. Hate ragihandin ku beşê Marmarayê yê karê bi alîkariya ji 8 milyon Euroyî ya Banka Cîhanê û Yekîtiya Ewropayê tê meşandin di asteke girîng de qediya ye û kar li Ege ya Bakur dewam dike.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse