Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû beriya hilbijartinên ku wê di 27’ê Cotmehê de werin lidarxistin gefên xwe yên li dijî Îran û Hizbullahê dubare kirin.
Netanyahu êvara Sêşemê di axaftina xwe ya li Zanîngeha Tel Hai ya li bajarê Kiryat Shmona yê li bakurê Îsraîlê de got ku Îsraîl di hilweşandina rejîma Îranê de bi biryare.
Netanyahû rêveberiya Tehranê wekî “serê heştpêya jehrî” bi nav kir û got: “Heke hûn serê wê jê bikin, wê heştpê têk biçe. Wê demê em dikarin bi Lubnanê re jî di nava aştiyê de bijîn.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî