Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin, diyar kir ku ji bo hemû girtî azad bibin divê her kes xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbikeve.
Nîhat Bertal ê ku 31 salan li Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê dihat ragirtin, hate tehliyekirin. Malbata wî, endamên MATUHAYDER’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistina civakî ya sivîl li ber girtîgehê Bertal pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Hevserokê MATUHAYDER’ê yê Tekîrdagê Cahît Dîrek di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir ku divê girtiyên zêdeyî 30 sal in di girtîgehan de ne, bên berdan.
Çavkanî: ANF Kurmancî