ZURÎH — Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç di panela ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya li Zurîhê hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser girîngiya entegrasyona demokratîk û têkoşîna siyasî û got, “Ruhê Kobanê melevaniya li dijî şîpê ye.”
- Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê panela bi navê ‘Li Rojava û Kurdistanê Rewşa Rojane’ hat lidarxistin.
- Di panelê de peyama Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûksen Mihemed bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.
- Nîlufer Koç diyar kir ku pergala cîhanê ya kevn bi dawî bûye û Îsraîl jî li Rojhilata Navîn bûye aktoreke bi bandor.
Li Zurîhê Panela Rojava û Kurdistanê
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç di panela ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya li Zurîhê hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser girîngiya entegrasyona demokratîk û têkoşîna siyasî û got, “Ruhê Kobanê melevaniya li dijî şîpê ye.”
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê panela bi navê “Li Rojava û Kurdistanê Rewşa Rojane” hat lidarxistin. Di panela ku Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç beşdar bû de geşedanên rojane yên li Rojhilata Navîn, polîtîkayên li ser Rojava û têkoşîna gelê Kurd hatin nirxandin.
Di panela ku li Dibistana Xweser a Zurîhê (Autonome Schule Zürich) hat lidarxistin de peyama ku Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûksen Mihemed şandibû jî bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.
Nirxandina Geşedanên Rojhilata Navîn û Polîtîkayên DYA’yê
Nîlufer Koç geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir ku li herêmê gelek aktor hene û pergala cîhanê ya kevn bi dawî bûye. Koç bal kişand ser polîtîkayên DYE’yê yên li herêmê û da zanîn ku rêveberiya Washingtonê armanc dike ku li gorî berjewendiyên xwe rejim û peymanên nû ava bike. Nîlufer Koç destnîşan kir ku piştî polîtîkayên li ser Iraq û Îranê, dibe ku Tirkiye jî bikeve rojeva vê pêvajoyê.
Nîlufer Koç da zanîn ku Îsraîl jî li Rojhilata Navîn bûye aktoreke bi bandor û destnîşan kir ku di geşedanên li herêmê de ewlekarî û berjewendiyên Îsraîlê di rêza yekem de cih digirin.
Pêşeroja Bûyeran
Nîlufer Koç nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî Rojava rexne kir û got ku bi salan e Kobanê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke xetereyekê tê dîtin.
Çavkanî: ANF Kurmancî