ÇEMÇEMAL — Rojnews Nivîskar Letîf Fatih Ferec destnîşan kir ku civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê tenê hinceteke ji bo parçekirin û xirabkirina yekîtiya nav mala Kurd e û dibêje: “PDK û YNK di xirakirina yekîtiya Kurdan de roleke mezin dileyîzin û ev gav metirsiyeke mezin li ser qonaxa niha ya Herêmê ava dike.”
- Di 4’ê vê mehê de, civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi beşdariya 52 parlamenteran pêk hat.
- Koma YNK, Nifşê Nû, Helwest, Yekgirtû û Goran ev civîn boykot kirin û tevil nebûn.
- PDK û YNK di dirêjahiya dîrokê de ji sala 1992’an û heta îro li dijî hev di nav çeperan de ne.
Civîna parlamentoyê û helwesta aliyan
Di 4’ê vê mehê de, civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi beşdariya 52 parlamenteran pêk hat û tê de desteya serokatiya parlamentoyê hat hilbijartin. Lê belê koma (YNK, Nifşê Nû, Helwest, Yekgirtû û Goran) ev civîn boykot kirin û tevil nebûn. Girêdayî vê civînê û bandora wê ya li ser paşeroja Herêmê û krîza navxweyî ya Kurdan, nivîskar Letîf Fatih Ferec ji bo ajansa me Rojnewsê axivî.
Nivîskar Letîf Fatih Ferec diyar kir ku di dirêjahiya dîrokê de, ji sala 1992’an û heta îro PDK û YNK li dijî hev di nav çeperan de ne û carnan ji bo şikandina hevdu, destê xwe dirêjî dijminan jî kirine û wiha pêde çû: “Di dema borî de çend caran parlamento dan girtin û ev gava niha jî berdewamiya wê ye. Ji bo civîneke wisa û bi taybetî ji bo rûniştina yekem, herî kêm diviyabû lihevkirineke wisa heba ku nûnertiya hemû aliyên Kurdî bikira; lê belê ev civîna dawî ne wekî ya Kurdan, bêtir wekî civîneke hizbî derket pêş.”
Metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê
Ferec destnîşan kir ku ev gav metirsiyeke mezin li ser hebûna Herêmê ava dike û sedema vê yekê bi sê xalan ve da girêdan; ya yekem: parlamenterê PDK’ê êrişî parlamenterê YNK’ê kir û ew birîndar kir. Ya duyem: derxistina hêza leşkerî ku ji sala 1
Pêşeroja Bûyeran
Nivîskar Letîf Fatih Ferec bal kişand ser rola PDK û YNKê ya di xirakirina yekîtiya Kurdan de û destnîşan kir ku ev rewş û gavên wiha metirsiyeke mezin li ser qonaxa niha û paşeroja Herêma Kurdistanê ava dikin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî