11 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Wêjevanê Kurd Mehmed Ûzûn ku 11’ê Cotmeha 2007’an jiyana xwe ji dest da, li Amedê li ser gora xwe hate bîranîn.

Komeleya Wêjekarên Kurd bi minasebeta wefata nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li Goristana Deriyê Mêrdînê li ser gora wî bernameya bîranînê li dar xist. Malbata Mehmed Ûzûn, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, endam û nûnerên saziyên sîvîl yên civakî û rêveberên partiyên siyasî û gelek nivîskar tev li bernameyê bûn.

Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî û brayê Mehmed Ûzûn, Mûstafa Ûzûn di bernameyê de axivîn û Mehmed Ûzûn bi bîr anîn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse