10 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Nivîskarên Başûrê Kurdistanê: Pêwîste berjewendiyên neteweyî li pêş berjewendiyên

💡 HABERİN ANATOMİSİ

SILÊMANÎ — Nivîskarên Başûrê Kurdistanê daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurd dikin ku berjewendiyên neteweyî bixin pêş berjewendiyên hizbî û hişyarî didin ku parçebûn ji derveyî zirarê ti sûdê nade gelê Kurd.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Başûrê Kurdistanê di qonaxeke gelek hestiyar û metirsîdar re derbas dibe.
  • Nakokiyên navbera aliyan û nekarîna PDK û YNKê ya li ser avakirina hikûmetê Herêm rûbirûyê dabeşkirinekê kiriye.
  • Nivîskar Niyazî Mistefa banga yekrêziyê kir û got ku divê Kurd bibin mînakek baş ji bo beşên din.

Qonaxa hestiyar û metirsiya dabeşbûnê

Başûrê Kurdistanê di qonaxekî gelek hestiyar de derbas dibe û nakokiyên navbera aliyan de ketiye di qonaxek metirsîdar de ku Herêmê rûbirûyê dabeşkirinek metirsîdar kiriye. Ev jî piştî wê yekê hat ku PDK û YNK’ê nekarîn li ser avakirina hikûmetê lihev bikin. Nivîskarên Başûrê Kurdistanê di derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û banga parastina yekitiyê li aliyan kirin.

Rolê dîrokî û planên dagirkeran

Nivîskar Niyazî Mistefa da zanîn ku ji dirêjahiya dîrokê ve Kurd hertim bi planên hêzên dagirker tên parçekirin û got: “Piştî ked û têkoşînek mezin ev statûya Başûrê Kurdistanê çêbûye. Lê hertim rûbirûyê komplo û planan dibe. Di demekî de ku Başûrê Kurdistanê ji bo beşên din ên Kurdistanê jî hêviyek bû, dewlet ditirsiyan ku Kurdên li beşên din jî daxwaza mafên xwe bikin.”

Bangawaziya aşitî û yekrêziyê

Niyazî Mistefa got: “Wek Kurdek em hemû dixwazin aştî û yekrêzî di navbera aliyên Kurdî de hebe. Lê bêy ku em hevdû bişkînin û yek ji yê din mezintirbe. Divê em li vê beşa Kurdistanê ji bo birayên xwe yên li beşên din ên Kurdistanê bibîn mînakek başiyê, neku em parçe bibîn û bibîn çend parçeyek. Heta em parçebin ewê jî parçe bin. Ji ber wê kes ji vê parçebûnê razî nîne û divê bê zanîn Kurd hemû yeke û berjewendiyên neteweyî bixin pêş berjewendiyên hizbî û kesî.”

Pêşeroja Bûyeran

Her ku nakokiyên navxweyî li Başûrê Kurdistanê kûrtir dibin, nivîskar û rewşenbîr tekez dikin ku parastina statûya herêmê û pêkanîna yekîtiya neteweyî tenê bi xistina berjewendiyên giştî li ser berjewendiyên teng ên hizbî mumkun e.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse