5 Kasım 2026, Perşembe
Nûçe

Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

🔴 FLAŞ HABER

Muzîsyen û aktîvîst Nûrcan Degîrmencî ragihand ku cih di navenda têkoşîna civakî û hunerî de ne û got, zimanê aştiyê tenê bi têkoşîna hevpar a jinan dibe.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Muzîsyen û aktîvîst Nûrcan Degîrmencî di konferansa ‘Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin’ de axivî.
  • Degîrmencî bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiyê de bi hev re tevbigerin.
  • Nûrcan Degîrmencî anî ziman ku zimanê aştiyê yê vê demê wê ji aliyê jinan ve bê afirandin.

Rola Hunerê û Têkoşîna Jinan

Muzîsyen û aktîvîst Nûrcan Degîrmencî ku di konferansa ‘Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin’ derkete ser dikê, qala rola jinan a li qada huner û civakî kir. Her wiha bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê Roja Têokşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiyê de bi hev re tevbigerin. Nûrcan Degîrmencî ku sala 1995’an li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê dest bi karên hunerî kir, li gel nasnameya xwe ya muzîsyeniyê her wiha weke jineke Kurd jî bi salan e bi jinan re têkoşînê dimeşîne. Degîrmencî bi bîr xist ku sala 2009’an Hewldana Hunerê ya ji bo Aştiyê (BÎS) ava kirin û li vê derê hilberîna hunerî bi têkoşîna ji bo aştiyê geş kirin.

Têkoşîna Hunerî û Zimanê Aştiyê

Nûrcan Degîrmencî got, ‘Di hebûna çandê de huner xwedî girîngiyeke mezin e’ û destnîşan kir ku lêgerîna nasnameyê û têkoşîna wê di heman demê de bi berxwedaneke hunerî tê meşandin. Nûrcan Degîrmencî anî ziman ku xala esasî ya konferansê ji bo wê ew e ku jin bi hev re ne, bêyî ku çîrokên hev red bike li gel hev disekinin û got, ew bawer dike ku zimanê aştiyê yê vê demê wê ji aliyê jinan ve bê afirandin. Nûrcan Demîrmencî diyar kir ku jin êşên herî giran ên li welêt pêşwazî dikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, ‘Em dikarin bi hev re bêdeng bibin, lê di heman demê de dikarin bi hev re biaxivin û têbikoşin. Lewma sekna jinan a li vê derê ya li gel hev ji bo aştiyê gaveke girîng e.’

Pêşeroja Bûyeran

Muzîsyen û aktîvîst Degîrmencî işaret bi têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê kir ku dema dawî li nava civakê zêde bûye û got, ‘Em dema dawî dibînin; tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe û divê em li hemberî vê yekê bi yekdengî û bi hev re têbikoşin.’

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse