AMED — Tim mij û dûman li ser Cîlo û Reşkoyê, Simbil û Satê me rawestiye û em li benda bihareke din in. Biharekê ku qet neşibe êş û jan, hêvî û xeyal, têkçûn û serkeftinên me.
- Tim mij û dûman li ser Cîlo û Reşkoyê, Simbil û Satê me rawestiye.
- Axa di bin lingên min de sar e yarê, dil û hinavê min qeşa û seqem girtine.
- Tu tim li benda şoreşeke bêhempa bûyî lê qet ew şoreş pêk nedihat.
Biharekê ku nedihat
Tim mij û dûman li ser Cîlo û Reşkoyê, Simbil û Satê me rawestiye û em li benda bihareke din in. Biharekê ku qet neşibe êş û jan, hêvî û xeyal, têkçûn û serkeftinên me. Ew bihar nedihat yarê. Mirov diçûn û dihatin lê ew bihar nedihat. Jiyan dihat guherandin, term dihatin pelçiqandin lê ew bihar nedihat. Em li benda qiyametekê din bûn.
Hestiyên di bin axê de
Axa di bin lingên min de sar e yarê. Dil û hinavê min qeşa û seqem girtine. Hîn jî cemedê cîranê me di bin lingên min de dişike. Cemed tim hestiyên miriyên min ên berê tênê bîra min. Ka hestiyên Elî Mastê? Ka guliyên Gulê Omar? Ka bîranînên Canê Memed? Bi rastî hestiyên di bin axê de çawa dişikên yarê? Tu dizanî gelo? Tu çawa xwe bi miriyên xwe ve bêdeng dikî? Tu yê kengî guh bidî êşa min? Tu rêwî û ez revok; wisa heta kengî yarê!
Navê qedexe yê di bin ziman de
Bi sozên bêpergal û bêmana jiyana xwe dineqişînim. Sozên te û pevçûnên min. Berzbûna te û berzebûna min. Min hemû kuçeyên te yên bêrê û bêrû nas dikirin, lê min nediwêrî bilêv bikira, nediwêrî di çemên jiyana te de derbas bibûma, nediwêrî nêzî kemînên şevîn bibûya. Ez ji xwe ditirsiyam yarê. Rastiya min disincirî. Jixwe di bin zimanê min de tenê navê te yê qedexe hebû. Û min dizanî: Eger ku mayîn di bin lingên min de biteqe hingê jiyana te û mirina min dê ji hev veqetin. Jiyana te tim ji mirina min dûr bû û min rêyek nedît ku di mirina xwe de derbasî aliyê jiyana te bibûma.
Pêşeroja Bûyeran
Tu tim li benda şoreşeke bêhempa bûyî lê qet ew şoreş pêk nedihat. Dewlet ava dibûn, têk diçûn lê ew şoreş pêk nedihat. Zarok temenkurt diketin, mezin dibûn lê ew şoreş pêk nedihat. Roj hildihatin, diçûn ava lê pêjna wê şoreşê nedihat. Min xwe dispart stranekê. Em di Kolana Îstasyonê de dimeşiyan, di serê ziman de.
Çavkanî: Çandname