Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ragihand ku ji ber nebesiya fînansmanê ew ê neçar bimînin ku alîkariya mirovî ya li Xezeyê kêm bikin.
Saziyê ragihand ku di encama biryara wan de wê hejmara kesên ku her meh alîkariyê werdigirin, 500 hezar kêm bibe.
WFP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber nebesiya fînansmanê wê nîv milyon kes nekarin alîkariya xurekê bi dest bixin.
Çavkanî: ANF Kurmancî