12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Psîkolog Recep Orûç anî ziman ku li bajarên Kurdistanê bikaranîna narkotîkê bi taybetî zarok û ciwanan dike hedef û got, “Meseleya me ya esasî ew e ku xeteke pêşîgir û parastinê ava bike.”

Li bajarên Kurdistanê fikarên li ser bikaranîna madeyên narkotîkê, çetebûyîn û dejenerebûna civakî zêde dibin. Rêxistinên mafên mirovan bi taybetî destnîşan dikin ku ciwan û zarok dibin hedef û ev jî dikare ciwanan bi rengekî cidî ji jiyana civakî qut bike.

Aktîvîstê “Platforma Şiyar Be ya têkoşîna li dijî narkotîkê” û psîkolog Recep Orûç bandora bikaranîna narkotîkê ya li ser civakê ji ANF’ê re nirxand.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse