Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin anî ziman ku li dû qebûlkirina qanûna çarçoveyê diviyabû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bihatina avêtin û got, “Kurd yek ji hêmanên girîng ên paşeroja demokratîk a vî welatî ne.”
Li Meclîsê serdema nû ya qanûndanînê destpê kir. Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku pêwîstî bi veguherîneke siyasî ya demdirêj heye û divê nîqaşa ji niha û pê ve li ser misogerkirina mafên gelê Kurd di asta destûrî de be.
Oznûr Bartin bal kişand ser rola civakê û diyar kir: “Ji bo aştî mayinde bibe biryarên li Meclîsê bi tenê têrê nakin, divê ev yek li nava civakê jî belav bibe û veguhere îradeyeke hevpar.”
Çavkanî: ANF Kurmancî