9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

Di dosya Gulistan Dokû de bi operasyona pêla 6’emîn re 38 kes hatin girtin. Parêzer Alî Çîmen diyar kir ku di lêpirsînê de pêvajoyeke nixumandinê heye û xwest, lêpirsîn bê berfirehkirin.

Di lêpirsîna têkildarî aqûbeta Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû de mehên dawî li pey hev bûyerên nû rû dan, ku Dokû 5’ê Çileya 2020’î li Dersimê winda bû. Di çarçoveya lêpirsînê de li ser gelek gumanbaran biryara binçavkirin û giritnê hate dayin. Her wiha qeydên dîjîtal ên nû, îfadeyên şahidan û delîl li dosyayê hatin bicihkirin.

Di lêpirsînê de ku meha Îlonê hejmara girtiyan gihîşt 38 kesî, pirsên li ser windabûna Gulistan Dokû û lêgerîna bi daxwaza edaletê ya malbata wê dewam dike.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment