4 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

‘Partiyên desthilat li gor pîvanên salên 1960’î hikûmraniyê li Herêmê dikin’

🔴 FLAŞ HABER

HELEBCE — Berpirsên Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê rexne li siyaseta hikûmranî ya li Herêma Kurdistanê girtin û destnîşan kirin ku her du partiyên desthilat li gor pîvanên salên 60’î hikûmraniyê dikin û Herêma Kurdistan bi awayekî berbiçav bi ser du îdareyan de dabeş bûye.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Her du partiyên desthilat li gor pîvanên salên 60’î hikûmraniyê dikin.
  • Herêma Kurdistan bi awayekî berbiçav bi ser du îdareyan de dabeş bûye.
  • Ji ber siyaseta dubendî û berjewendiyên hizbî, rewşa jiyan û debara welatiyan roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe.

Rewşa Xetimî û Berjewendiyên Hizbî

ROJNEWS-HELEBCE: Ji ber siyaseta dubendî û berjewendiyên hizbî, li Başûrê Kurdistanê rewşa jiyan û debara welatiyan roj bi roj berû xirabûnê ve diçe. Nakokiyên siyasî jî her ku diçe kûrtir dibin, ev yek bûye sedem bigihe vê rewşa xetimî. Di derbarê mijarê de berpirsên Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

Bangawaziya Yekrêziyê û Hişmendiya Siyasî

Cîgirê Encûmena Rêxistinî ya Partiya Sosyal Demokrat, Mihemed Hemehesen got: “Di nava rewşa şerê herêmê de û metirsiyên li ser Herêmê, ji bo nimûne, behsa guhertina destûrê tê kirin, diviyabû partiyên desthilatdar yên Herêmê yekrêziyê hilbijartiban. Divê fikir li berjewendiyên gel kiriban. Tişta ku me wek statûya Herêmê pêkaniye ber bi tinebûnê ve diçe û ji bo me çênabe.” Di dewamê de Mihemed Hemehesen got: “Îro du desthilatên siyasî yên desthilatxwaz û herêmparêz bi heman pîvan û mekanîzmaya salên şêstî kar dikin. Ev jî ji ber nediyariya siyasetê û ne hişmendiya siyasî ya li Kurdistanê ye. Hişmendiya siyasî wisan zelal nîne ku bîr li berjewendiyên gel bike û wan ber bi arasteyek netewî û nîştimanî ve bibe. Neku arasteyek hizbî ku 36 salin em baca wê didin.”

Pêşeroja Bûyeran

Di dawiyê de jî Mihemed Hemehesen da zanîn ku hilbijartin yek ji gavên girîng e.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse