SÎLEMANÎ — Mamostayê Zanîngehê Raperînê Serkewt Burhan da zanîn ku lihevnekirina li ser pêkanîna hikûmeta Herêmê, zerera herî mezin gihandiye statûya Kurdan û got: “Ji ber vê rewşê bêbawerî bi xelkê re çêbûye. Ji ber vê çendê ye ciwan û malbat ji vê axê koç dikin û di deryayan de dixeniqin.”
- Du sal di ser hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê re dibore, lê hikûmet hêj pêknehatiye.
- Sedemê sereke yê yeknebûna aliyên siyasî daxwaza kursiyê desthilatdariyê û berjewendiyên hizbî ye.
- Iraq behsa sererastkirina destûrê dike ku ev yek dikare bibe sedemê ji destdana statûya Herêma Kurdistanê.
Bandora Nerênî ya Lihevnekirinê
Du sal di ser hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê re dibore. Lê ji ber lihevnekirina aliyên siyasî, heta niha hikûmet pêknehatiye. Vê yekê jî di hemû aliyan de bandorek nerênî li ser Herêma Kurdistanê çêkiriye. Di derbarê vê mijarê de Mamostayê Zanîngeha Raperînê Serkewt Burhan ji ajansa me Rojnewsê re axivî.
Berjewendiyên Hizbî Li Pêş Berjewendiyên Giştî ne
Mamostayê Zanîngehê Serkewt Burhan da diyarkirin ku sedemê sereke yê yeknebûna aliyên siyasî di roja me ya îro û di dîrokê de jî ji ber xwesteka kursiyê desthilatdariyê ye û got: “Her tim nakokiyên biçûk mezin kirine û ev yek jî peywendiya xwe bi desthilatê ve ye. Berjewendiyên hizbî xistine pêş berjewendiyên giştî. Her yek ji wan di çeperek de sekinîne û berê çekên xwe dane hevdû nekû dane dijmin.”
Metirsiya Li Ser Statûya Herêmê
Mamosta Serkewt da zanîn ku nakokiyên heyî ne ewqas kûrin ku nikaribin hikûmetê pêkbînin û got: “Lê nêrîna wan a ji bo desthilat û bazirganiyê gelek kûre, ji ber wê nikarin lihev bikin. Ev nakokî û lihevnekirin zerera herî mezin li statûya Kurdan a her çar beşan bi taybetî jî Başûr gihandiye. Em dibînin ku Iraq behsa sererastkirina destûrê dike, ev yek dikare bibe sedemê ji destdana statûya Herêma Kurdistanê. Gel van nakokiyên heyî naxwaze, gel yekrêziyê dixwaze.”
Pêşeroja Bûyeran
Herêm Ebûbekir ji Silêmaniyê ev agahî ragihandin û bal kişand ser wê yekê ku bêbaweriya xelkê ji ber van nakokiyan dibe sedema koçberiya ciwanan.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî