20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Pesn û Prestîj

Helbestvan, hestyar in, diltenek in, bandor zû li wan tê. Têkilîyên mirovan pêşî bandorê li wan dikin. Ne di nav têkilîyên de bin jî xwe dixin şûna dilên evîndaran, xwe dixin navenda hestên belayê. Bûyerên civakê berî herkesî li wan diqelibin. Ne di nav bûyeran de bin jî xwe dikin dest, ling û mêjîyê civakê. Bi peyvên efsûnî xwe bi wan re dike yek.  Her yek xwe di helbestvan de dibîne.

Helbestvan jî bandorkerê civakê ye. Bi peyv û gotinên xwe yên edebî hest û hişê civakê diguherîne. Ev bandor û guhertin hertim ne erênî ye lewra ji ber hunerên edebî rastî û durîstî rebeneke windayî ye.

Di helbestan de bêtir pesnên kê têkirin? Ji serdema antîk ve heta niha bêtir pesnê mirovan û nîmetên dinyayî hatine kirin: bedenên xweşik, evînên beşerî, mal û milkê dinyayê, Her çiqas hinek helbestvan pesnê Xwedê, û resûlên Wî dabin jî ew helbest jî weke bawermendan hindik in. Helbet ji bawermendan re  ya rast nepiranî ye, rastî û duristî ye. Îcar pesndana çi ku ji Rebbê aleman bêtir an jî weke Wî bêkirin, şaşî û neheqî ye lewra dema helbestvan an jî stranbêj bi piroleyî û zêdegavî pesnê kesekî/tiştekî afirandî dike xwe dike koleyê wî tiştî/kesî. Li dijî vê mirov çiqasî pesnê Xwedê bide lê ne zêde ye û fêde li mirov dibe lewra ew Hamîd e: Yê ku bêtir pesnê heq dike û pesnê Wî dibe.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse