Hevseroka Zanîngeha Kobanê Xezne Îbrahîm diyar kir ku pêşniyarên wan ên di hevdîtina bi şandeya Wezareta Xwendina Bilind re de, berçav nehatine girtin.
Hevseroka Zanîngeha Kobanê Xezne Îbrahîm têkildarî sardana şandeya Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ya li Zanîngeha Kobanê pêk anî, ji ANF’ê re axivî.
Xezne diyar kir ku şande ji bo entegrekirina zanîngehê hatibûn û got, komîte ji aliyê beşên hiqûqê, Rêveberiya Zanîngeha Helebê û Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind ve hate şandin û got: “Nîqaşa bi şandeyê re hate kirin ku zanîngeha Kobanê bibe şaxek ji zanîngeha Helebê. Di civîna ewil de, lihevkirin çênebû.”
Çavkanî: ANF Kurmancî