GERMIYAN — Rojnamevan û çalakvanên Germiyanê derbarê pêkneanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û metirsiyên li ser Herêmê de bang kirin ku divê hemû hêzên siyasî di zûtirîn dem de berjewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyekî û hikûmetê avakin.
- Zêdetirî du salin hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye kirin lê hêj hikûmet nehatiye avakirin.
- Rojnamevan û çalakvan dibêjin berdewambûna vê rewşê bandoreke xirab li ser statûya Herêma Kurdistanê çêdike.
- Rêber Apo di dema borî de ji bo derbaskirina krîza siyasî pêşniyara avakirina hikûmetek yekitiya demokratîk kiribû.
Pêkneanîna hikûmetê metirsiyan zêde dike
Rojnamevan û çalalkvanên Germiyanê di derbarê pêkneanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û metirsiyên ku li ser Herêmê hene de gotin: “Pêwîste hemû hêzên siyasî di zûtirîn dem de daxwaz û berjewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyekê û hikûmetê avakin. Berdewambûna vê rewşa heyî bandorek xirab li ser statûya Herêma Kurdistanê çêdike.” Zêdetirî du salin hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye kirin, lê heta niha aliyên siyasî bi taybetî jî PDK û YNK’ê li ser avakirina hikûmetê lihev nekirine. Di dema borî de ji bo derbaskirina krîza siyasî û metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê, Rêber Apo pêşniyara avakirina hikûmetek yekitiya demokratîk kiribû. Di derbarê mijarê de rojnamevan û çalakvanên îdareya serbixwe ya Germiyanê ji Rojnewsê re axivîn.
Berjewendiyên hizbî astengiya herî mezin e
Rojnamevan Zerdeşt Mihemed da diyarkirin ku hewldanên ji bo parastina berjewendiyên hizbî ya ji aliyê her du partiyên desthilatdar ve (PDK-YNK) sedemê pêkneanîna hikûmetê ye û got: “Pêwîste hikûmet bi lez were avakirin. Ji berku Herêma Kurdistan di warê erdnîgariya xwe de li cihek giring ya pêşhatên siyasî de ye û ji ber vê çendê pêkneanîna hikûmetê ziyanek mezin diditê.” Zerdeşt Mihemed destnîşankir ku derengketina pêkanîna hikûmetê dibe sedem hikûmetek demkî, demborî û nedestûrî ava bibe û got: “Ev jî dihêle ku baweriya xelkê bi hikûmetê neyê. Pêwîste hemû alî daxwaz û berjewendiyên xwe bidin aliyekê û hikûmetê avakin.” Di dewamê de Zerdeşt Mihemed got
Pêşeroja Bûyeran
Li Herêma Kurdistanê tevî derbasbûna zêdetirî du salan di ser hilbijartinê re, ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de pêkanîna hikûmetê hatiye paşxistin û ev rewş fikarên gel û çalakvanên herêmê zêde dike.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî