14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

‘Pêwîste li dijî birîna daran a Tirkiye li qada navneteweyî gilî bê kirin’

Têkildarî talana dewleta Tirk a li herêmên Badinanê, aktîvîstên Kerkûkê ev gotin: “Eger pirsgirêk bi rêya dadgehên herêmî neyê çareserkirin, divê li dadgehên navneteweyî gilî werin kirin. Pêwîste hemû qadên civakî bikevin tevgerê ji bo careke din ev cûre sûc neyê kirin.”

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya çend şîrketan pêvajoya birîn û talankirina jîngeha herêmên Badinanê zêdetir kiriye. Ya ku li dijî daristanên Badinanê û herêmên sînor tê kirin, binpêkirineke mezin a jîngehê û sûcek sîstematîke. Têkildarî vê yekê çalakvanên bajarê Kerkûkê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

Endezyar û jîngehparêz Şaho Xurşîd bal kişand ser qirkirina xweza û talankirina daristanên herêmê û got: “Di demên dawî de li gelek herêmên Badinanê, Berwarî Bala û Dihokê gelek dar û daristan hatine birîn. Ev destdirêjî bandor û zirareke pir giran li civakê û jîngeha herêmê kiriye. Di demekê de ku em hewl didin rûbereke kesk zêde bikin, darên ku bi salan hatine çandin û kedeke mezin bi wan re hatine dayîn tên birîn.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse