31 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

‘Pêwîste resentiya cilûbergên Kurdî were parastin’

📰 KAPSAMLI RAPOR

ROJNEWS-HELEBCE — Jinan bi cilûbergên Kurdî resentî û sîmayeke taybet dane Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce. Li gor ew dibêjin, cilûbergên Kurdî yên jinan rengê festîvalê ciwantir kiriye û daxwaz dikin ku resentiya cilûbergên Kurdî neyê guhertin, wekî xwe bimîne.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Jinan bi cilûbergên Kurdî resentî û sîmayeke taybet dane Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce.
  • Jinên Kurd bi dirêjiya dîrokê ta îro karîne bi awayekî berdewam parastinê li çand û resentiya neteweyî bikin.
  • Welatî daxwaz dikin ku bi navê nûbûnê destkarî di cilûbergên Kurdî de neyê kirin.

‘Pêwîste çanda Kurdî wek xwe bimîne û destkarî lê neyê kirin’

Jina bi navê Kenar Osman diyar kir ku çar rojin bi cilûbergên Kurdî tevlî festîvalê bûye û got: “Ez naxwazim tiştên çandî û Kurdewarî winda bibin. Cilên min jî tiştekî çandî û Kurdewarî ne. Jinên berê van cilûbergên min li xwe kirine. Li gel wê demê jî mil bi milê mêran alîkarî kirine û kar kirine. Hemû netewek jî giringiyê bi çanda xwe didin. Ji bona wê gelek pêwîste em jî vê çanda xwe bi vî rengê heyî biparêzin.”

Kenar Osman da zanîn ku hinek kes destkariyê di şêwazê dirûtina cilûbergên Kurdî de dikin û got: “Pêwîste cilûbergên Kurdî resentiya xwe ji dest nedin. Parastina wê jî bi berdewamî li xwekirine, bi taybetî jî di festîvalên bi vî rengî de pêwîste bi van cilûbergan tevlî bibin. Piraniya dîzaynkirinên me çûne ser cilûbergên berê û çanda me.”

‘Bi navê nûbûnê resentiya cilûbergên Kurdî ji dest nedin’

Jina bi navê Tara Zengene jî bi cilûbergên xwe bal kişand ser girîngiya parastina çand û resentiya neteweyî û da xuyakirin ku divê her tim ev nirxên kevnar wekî xwe werin parastin û ji nifşên îro re bên veguhastin.

Pêşeroja Bûyeran

Jinên ku bi cilûbergên xwe yên resen tevlî Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce bûne, bang li hemû jinan kirin ku li çand, huner û cilûbergên xwe xwedî derkevin û nehêlin ku bi navê nûbûnê resentiya wan were guhertin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse