19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

‘Peyamên rêveberiyan a ji bo yekgirtinê nayê pêkanîn’

Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Mehdî Ebûbekir rexne li aliyên siyasî girt ku di nava guherîn û veguherînên li herêmê de her çende peyamên aliyan baş jî bin, lê di mijara rasteqîne de nayê pêkanîn ku bi Kongreyeke Netewî hev bigirin û got: “Heta niha pêvajoya aştiyê li Tirkiye bi yek alî birêve diçe, dewlet jî hêdî hêdî gav davêje.”

Rojhilata Navîn di nav alozî û bahozekê de ye û herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Ji ber vê yekê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê para şêr berketiye. Eger stratejiya hevpar a Kurdan nebe wê bi xeteriyên cidî re rû bi rû bimîne. Lê belê eger yekgirtina navxweyî jî were mîsogerkirin, derfet kêm nînin û asoyeke baş dikare li benda Kurdan be. Di wv çarçoveyê de Mamosteyê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Silêmaniyê Mehdî Ebûbekir ji ajansa me Rojnewsê re axivî.

Mehdî Ebûbekir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser guhertinên li herêmê û rewşa Başûrê Kurdistanê û got: “Eger em li rewşa Rojhilata Navîn binêrin, emê bibînin ku guhertin ne nûne û piştî êrişên Hamasê yên li ser Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kirine. Lewma rewşa Herêma Kurdistanê jî ji guhertinên li Rojhilata Navîn cuda nîne ku hem derfet hem jî rîsk li pêşiya wê nene. Ev yek jî wê nîşan dide gelo wê aliyên siyasî çawa nêzî vê rewşê bibin. Li gel vê jî heta niha hikûmet nehatiye avakirin. Li aliyê din di vê rewşê de hata astekê karîne Kurdistanê biparêzin.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse