ROJNEWS / TEMENÎ ÎMAD — Çavên Iraq, Îran û hemû Rojhilata Navîn li ser encamên guhertinên siyasî yên li Amerîkayê ne, piştî ku Komarparêz di hilbijartinên Kongreyê de binketin, ku dibe ku guhertin di biryarên Donald Trump ên têkildarî şerê bi Îranê re, paşeroja mayîna Amerîkayê li herêmê û têkiliyên ligel Bexdayê re çêbibe.
- Çavên Iraq, Îran û hemû Rojhilata Navîn li ser encamên guhertinên siyasî yên li Amerîkayê ne.
- Komarparêz di hilbijartinên Kongreyê de binketin û ev yek dibe sedema guhertina biryarên Donald Trump.
- Şêwirmendê leşkerî yê bêrê Sefa Esem û Şirovekarê Siyasî Elî Sahib têkildarî mijarê axivîn.
Bandora binketina Komarparêzan li ser îdareya Trump
Şêwirmendê Leşkerî yê bêrê Sefa Esem û Şirovekarê Siyasî Elî Sahib di derbarê egera guhertina helwestên Trump ên piştî binketina di hilbijartinên Amerîkayê yên li beramberî Iraq û Îranê de ji ajansa me Rojnewsê re axivîn. Sefa Esem diyarkir ku paşvekişîna serweriya Partiya Komarparêz di hilbijartinên Kongreyê de, parastina siyasî ya ku Trump jê sûd werdigirt lawaz dike û got: “Bi taybetî ji ber ku hebûna piraniya Komarparêzan di her du encûmenên nûneran û senatoyê de, rûbereke berfirehtir dida îdareya Amerîkayê daku biryar û polîtîkayên xwe bicih bîne.”
Astengiyên siyasî û dema serokatiyê
Sefa Esem got: “Ev guhertina di hevsengiya hêzê de dibe ku astengiyên siyasî deyne ser biryarên serokê Amerîkayê, bêyî ku bandoreke rasterast li ser deshilatên wî yên destûrî an berdewamiya wî di postê xwe de hebe. Ji ber ku biryare dema serokatiya wî heta sala 2028’an berdewam bike. Pirsgirêka sereke ya ku ew ê rûbirû bibe, paşvekişîna piştgiriyê ye di nav partiya wî de û zêdebûna zextên siyasî ye li ser îdaredariya wî.”
Pêşeroja Bûyeran
Her wiha Şirovekarê leşkerî Sefa Esem da zanîn ku encamên vê guhertinê dê di mijara Îranê de zêdetir diyar bibe û got: “Ji ber ku niha di navbera… (Nûçe berdewam dike)
Çavkanî: Rojnews Kurmancî