Vê carê dixwazim nivîseke di eniya edebiyata me de zêde li ser nehatiye sekan, pêşkêşî we bikim. Ev daxwaza ji dilê min der bûye, derheqê “nivîsîna afirîner” de ye.
Dema mirov li hin kovar an jî malperên medyaya cîranê xwe/tirkan dinihêre, derheqê “nivîsîna afirîner” de rastî gellek nivîs û pêşniyazan tê. Hin nivîskar rêgezên gelemper yên nivîsînê pêşkêş dikin, hin nivîskar rêgezên çîroknivîsînê an jî nivîsa hêj bandortir divê çawa bê nivîsîn? xal bi xal dinivîsînin û pêşkêşî raya xwendevanên xwe an jî pêşkêşî berendamên ku dê di siberojê de bibin nivîskar, dikin. Bi vê jî namînin xebatgehên/atolyeyên nivîsîna afirîner, atolyeyên nivîsîna çîrokan an jî kursa nivîsîna bîranînan didin destpêkirin û bi roj û hefteyan alîkariya meraqdarên edebiyata gelê xwe dikin.
Derheqê“nivîsîna afirîner” de dema mirov li qada edebiyata kurdî dinihêre tenê pêrgî zeviyeke nîvavî ya jixweber “ber û berhemê” dide, tê. Yanê kesên eleqedarî edebiyata kurdî hêviya xwe tenê bi Xwedê, Tawisê Melek û Zerdeştê Kal ve girêdaye. Wekî din li darê dinê tu kes an saziyeke ji wan re kilawuziyê/rêberiyê bike, tune ye. Ew û şansê xwe… Wekî çîroka Melayê Meşhûr ku dixwaze haveynê mast bavêje golê. Dema jê tê pirsîn çima karekî wiha beredayî dike ew jî dibêje lê bû ku haveyn girt! Hal û ehwalê berendamê nivîskariya kurdî jî mixabin ev e… Lê ji bo ev kêmasî bê dagirtin divê em tiştekê bikin. Serqisê min çend nivîsên “ji bo nivîsîna baş/biqalîte divê mirov çi bike?” di malpereke kurdî de weşand… Hetanî nivîsek jî min ji bo kovareke çend mehan carê dihat çapkirin şand, mixabin ne weşand ne jî bersivek ji min re şand… Lê min dîsa jî dev ji vê babetê berneda û hin lêkolîn û xwendin li ser rêgezên nivîsînê kir. Yek ji van xwendinan jî pirtûkeke bi navê “Razên Nivîsa Afirîner” e ku ji bo berendamên dixwazin nivîsên biqalîte binivîsînin gelek rê û rêçikan ravî mirov dike ye. Min ev pirtûk bi hûrgilî xwend, jê gelek sûd wergirt û di encamê de ev nivîs wekî “rêbera nivîsîna baş” derkete holê. Bi hêviya nivîskarên berendamên edebiyata kurdî vê nivîsê bixwînin. Û jê bi qasî serê derziyê jî sûdê wergirin ez ê xwe dilşad û serkeftî bibînim…
Çavkanî: Çandname