8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Rejîma Îranê 3 xwepêşanderên çileya 2026’an li Kerecê bi darve kir

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Rejîma Îranê 3 kesên di dema xwepêşandanên çileya 2026’an de hatibûn girtin, li bajarê Kerec bi darve kir û li bajarên din jî cezayên girtîgehê li xwepêşanderan birî.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Hesen Dêwbend, Hemîd Kazimî û Reza Zengene li bajarê Kerecê hatin darvekirin.
  • Dadgeha Şoreşê ya Kerecê her sê kes bi tometa ‘Têkdana malê giştî’ ceza kir û dest danî ser mal û mulkê wan.
  • Li Meşhed, Tehran û Kerecê cezayên girtîgehê û darvekirinê li 15 xwepêşanderan hatin birîn.

Li Kerecê 3 Xwepêşander Hatin Darvekirin

Rejîma Îranê 3 kesên di dema xwepêşandanên çileya 2026’an de hatibûn girtin, li bajarê Kerec bi darve kir. Li aliyê din jî li Meşhed, Tehran û Kerecê dadgehan cezayên girtîgehê li 15 xwepêşanderan birî. Ajansa Mîzan a ser bi desthilata dadwerî ya Îranê, di derbarê darvekirin û lêbirîna cezayê girtîgehê ji bo xwepêşanderan, agahiyan parve kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku vê sibehê 3 xwepêşanderên bi navên; Hesen Dêwbend, Hemîd Kazimî û Reza Zengene ku di dema xwepêşandanên çileya 2026’an de hatibûn girtin, li bajarê Kerecê hatin darvekirin.

Hatiye diyarkirin ku Dadgeha Şoreşê ya Kerecê van her sê kesan bi tometa ‘Têkdana malê giştî’ ceza kiriye û dest bi ser mal û mulkê her sê kesan de hatiye girtin. Her wiha hat diyarkirin ku di heman dosyayê de 8 xwepêşanderên din jî her yek di navbera 5 ta 10 salan de cezayê girtîgehê lê birîne.

Li Meşhed û Tehranê Cezayên Giran

Li aliyê din Dadgeha Şoreşê ya bajarê Meşhed cezayê darvekirinê li 2 xwepêşanderên bi navên; Elî Zaxî û Îlya Ekberî birî.

Li Tehranê jî dadgehê li kesek bi navê Hisên Darabî bi tometa ‘Hevkariya bi dewleta dijmin re’ cezayê 25 sal girtîgehê lê birî.

Pêşeroja Bûyeran

Ev pêla nû ya darvekirin û lêbirîna cezayên darvekirinê di demek de ye ku beriya niha Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê eşkere kiribû ku herî kêm 36 xwepêşanderên hatibûn girtin, hatine darvekirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse