Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku li gel vekişandina hêzên li nava sînorên Tirkiyeyê ku ne rîsk bûn, wan 4 tunel û çeperên li Metînayê vala kirine û got, “Li pêşiya azadiya Rêber Apo û qanûnên azadiyê êdî ti astengî û hincet nemaye.”
“Di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re 2 sal derbas bûn ku 23’ê Cotmeha 2024’an bi bersiva Rêber Apo ya ji bo Devlet Bahçelî destpê kir ku Rêber Apo gotibû, hêza min heye ku şer bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Rêber Apo di nava van 2 salan de gelekî hewl da û pêvajo gihand vê astê.
Bi banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêber Apo re Tevgera me rawestandina şer îlan kir. Bi Kongreya 12’emîn re ku di navbera 5-7’ê Gulanê de lidar xist PKK fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê anî. Di kongreyê de biryar da ku divê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi her alî ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Bi vî rengî dilsoziya bi îradeya çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd careke din hate destnîşankirin ku Rêber Apo di sala 1993’an de da destpêkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî